Roja sêşem 8ê Tebaxa 2023 an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku xanima Rosy Cave Konsula Brîtanya li bajarê Hewlêrê jî amade bû, di derbarê rewşa Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî yên di nava proseya siyasiya Iraqê û her wiha peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û serdana şanda Partî ya ji bo guftûgokirina li gel aliyên siyasiyên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê xistin ber behs û giftûgoyan û tekez li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê kirin.
Di beşekî dinê vê civînê de Balyozê Brîtanya li Iraqê xweşhaliya xwe derbirî ku ew erk pê hatiye spartin li Iraqê kar bike û di dema karkirinê da li gel serkirdayetiya siyasiya Herêma Kurdistanê li peywendiyê da bê. Her wiha palpiştiya welatê xwe jî ji bo proseya siyasiya Herêmê û birêveçûna hilbijartinan û berfirehkirina peywendiyên di navbera her du aliyan bi Serok Barzanî ragihand.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin