Daristanên 3 beşên Kurdistanê dişewitin

di encama wan şewatan de rûbereke zêde ji daristanên Kurdistanê şewitîne.
کوردستان TV
100%

Aliyên têkildar yên desthilatê jî rê nadin agirên han werin vemirandin.

Li gor zaniyariyên berdest agira ku, bi daristanê derdorê Merîwanê ber bûye, zêdetir ji yek hefteye berdewame û hêzên rejîma Îranê ne tenê bo vemirandina agirê ti gavek navêjin, hevdem rê nadin çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê jî daku, biçin cîhê şewatê û agirê vemirînin.

Tê gotin ku, di encama şewata han de rûbereke gelek zêde ji daristanên Merîwanê şewitîne.

Ji aliyeke din ve li herêma Kurdistanê jî jiber şer û pevçûnên navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê û jiber bordiman û topbaranên Tirkiyeyê agir bi daristanên devera Badînan berbûye û artêşa Tirkiyeyê jî rê nade ku, ev agira han were vemirandin.

Herwiha li Çiyayê Cûdî ya li Bakûrê Kurdistanê jî artêşa Tirkiyeyê agir bi daristanên vê çiyayê û çiyayê Gabarê berdaye û ne hikûmeta Tirkiyeyê agirê ditemirîne ne jî rê dide xelk û çalakvan biçin hawara daristanên Kurdistanê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.