Mesrûr Barzanî: Em pêbendî parastina mafên mirovanin

komîsariyaya NY spasiya herêma Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Li gel şandeke komîsariyaya mafên mirovan civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke komîsariyaya mafên mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Komîsarê bilind bo mafên mirovan ya Netewên Yekgirtî birêz Volker Turk û şandeke pê re kir.

Di civînê de me diyar kir ku, gelê Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê, rastî çend komkujî, genocide û binpê kirina mafên xwe hatiye û qurbaniyên gelek zêde bo bidest anîna mafên xwe yên reva daye jiber vê çendê bi girîngî ve li pirensîbên parastina mafên mirovan, buhayên azadî û demokrasî dimêzîne û daxwaz dikin dawî bi binpê kirina mafên gel me were anîn û civaka cîhanî jî hevkariya me bike bo dabîn kirina mafên reva û lazime pêşiya dubare bûna karesat û genocide kirina gelê Kurdistanê were anîn.

Me herwiha bi awayeke kurt behsa reformên giştî yên hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir bi tabetî plana pejrandî ya 5 salî ya hikûmeta herêmê taybet bi parastina mafên mirovan û rûbirû bûna tundûtîjî, radîkalîzim û bi taybetî tundiya dijî jinan. Me ev yek dubare kir ku, parastina mafên mirovan û pere pêdana çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda beşeke girîng ya karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Komîserê bilind yê NY bo mafên mirovan spasiya hevkarî û hemahengiya aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel NY bi taybetî di warê parastina mafên mirovan de kir.

Rûbirû bûna bandorên nerênî û pir alî yên guherîna keş û hewayê li ser jiyana mirov û pêşde birina huşiyariya jîngeh parêzî mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.