Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Hindistanê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Hindistanê li Hewlêrê civiya û pişt re jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê Hindistanê li herêma Kurdistanê birêz Madan Gopal kir.
Di civînê de me pîrozbayî li Madan Gopal kir ku, weke Konsulusê welatê xwe li herêma Kurdistanê destbikar bûye û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û hemû piştîvanî û piştgîriya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo Konsulusê nû yê Hindistanê bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Hindistanê, jê re diyar kir.
Konsulusê giştî yê nû yê Hindistanê jî spasiya hemahengî û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li gel Konsulusxaneya welatê xwe kir û xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin