Îran girtîgehên xwe ji nava bajaran derdixe.
Li gor çapemeniya Îranê, rejîma vê welatî biryar daye daku, ti girtîgehek di nava bajarên mezin de nehêle û girtîgehan bo derveya bajêr veguhêze.
Di vê çarçoveyê de rejîma Îranê weke yekem pêngav, girtîgeha Recayî Şar ya li Kerecê vala kiriye û girtiyên nava girtîgehê bo girtîgeheke din veguhastine.
Rejîma Îranê biryar daye ku, ji niha û pêde ti girtîgehek di nava bajaran de nehêle û wan bo derveya bajaran veguhêze.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin