Êvara duhê li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Parlementoya Şahnişîna Urdinê ya bi Serokayetiya Cîgirê yekem yê Serokê Parlementoya Urdinê Dr Ehmed Elxelayle kir.
Di hevdîtinê de ku balyozê Urdin li Iraqê Munteser Eleqle û Konsulusê Urdin yê li Hewlêrê jî têde beşdarbûn, şanda mêvan silavên taybetiyê Şahê Urdinê bi Serok Barzanî gihandin û bi girîngiyê ve behsa peywendiyên di navbera Şahnişîna Urdin û Herêma Kurdistanê kir û herwiha pêzanînên xwe ji bo pêşketin û geşedanên li Kurdistanê gi warên cûrbicûr de hebû û ragihand ku bi çaveke rêz ve temaşa rola herêma Kurdistanê di bihevrejiyan û aramiya Iraq û navçeyê de dikin. Herwiha rola Herêma Kurdistanê ya li hewandina sedan hezar koçber û têkşikandina terorîstên DIŞIê de bilind nirxand.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi hûrî balkişande ser dîroka di navbera gelê Kurdistan û gelê Urdinê ku li ser destê Barzaniyê Nemir û Şah Husên hatiye avakirin. Herwiha spasî Şah Abdullah Padişahê Urdinê jî kir ku di qonaxên cûrbicûr û di şerê dijî terorê de piştîvanê Kurdistanê buye.
Serok Barzanî kêfxweşiya xwe jî ya li hember bihêz bûna û berfire bûna dostatî û têkiliyên pir alî di navbera gelê Kurdistan û Urdinê de diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin