Urdin û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Urdin dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke Urdinî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Urdinî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Cîgirê yekem yê Serokê parlementoya Urdinê birêz Ehmed Xelayle û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku, Cigêr Serokê parlementoya Îraqê birêz Şaxewan Ebdulah û balyozê Urdinê yê li Îraqê Munteser Eqle û Konsulusê giştî yê Urdinê yê li herêma Kurdistanê jî têde beşdar bûn, me behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera herêma Kurdistan û şahnişîna Urdinê de kir û helwesta dostane ya xwedan şiko şahê Urdinê şah Ebdulah bo piştîvanî kirin ji herêma Kurdistanê di rojên dijwar de bilind nirxand.

Şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyên du alî di warên curbicur de bi taybetî di warên çandinî, torîzm, perwerde û bazirganî de.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.