Heta niha zêdetir ji 12 hezar malbet hatine bicîhkirin.
Li gor zaniyariyên berdest hikûmeta Tirkiyeyê û komên çekdar yên Sûrî yên ser bi Tirkiyeyê ve rixmî domandina zextên xwe li dijî welatiyên Kurd yên şêniyên deverên dagîrkirî, hevdem bi awayeke sîstematîkî prosesa guhertina demografiya wan deveran jî didomînin.
Navenda mafên mirovan ya Efrînê belav kiriye ku, di nava du salên derbasbûyî de hikûmeta Tirkiyeyê zêdeyî 12 hezar malbetên ereb, Tirkiman û malbetên komên çekdar li bajarên Efrîn, Girê Spî, Serkanî û Cerablusê bicîh kiriye.
Navenda mafên mirovan ya Efrînê eşkere kiriye ku, ev 12 hezar malbetên han li ser mal û milkên welatiyên Kurd hatine bicîhkirin û piraniya wan jî bûne xwedan nasnameya Tirkî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin