Li Hewlêrê merasîmek bo bîranîna Şingalê hat organîze kirin

îro bîranîna 9 saliya komkujiya Êzidiyane.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê jî di merasîmê de beşdare.

Îro 3ê Tebaxê li Hewlêrê bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî merasîmeke taybet bo bîranîna 9 saliya komkujiya Şingalê binavê ber bi pêşerojeke berdewamiya aramî bo Êzidiyan hate organîzekirin.

Di merasîma han de yaku, bi çend deqîqeyek rawestan bo rêz girtin ji şehîdan destpê kir Cîgirê Serokwezîr û hijmareke wezîrên hikûmeta Kurdistanê jî beşdar bûn.

Di merasîmê de çend gotar derbarê komkujiya han de û çawetiya awedan kirina Şingalê de hatin pêşkêşkirin û pişt re jî bi berfirehî behsa komkujiyê û çarenivîsa kesên revandî û hewldanên heyî yên bo azad kirina wan jî hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.