Dibêje lazime Îran bo diyarî kirina sînoran dest bi diyalogê bike.
Ev demeke nakokiyeke nû di navbera Îran û Siûdiyeyê de li ser qada petrolê ya bi navê Eldire ya li Başûrê Îranê çê bûye.
Îran îdîaya vê yekê dike ku, ev qada han yaku, bi petrolê zengîne ya Îranê ye lê welatên Erebî weke Siûdiye û Kuwait jî vê yekê red dikin û dibêjin ev qada han ne ya Îranê ye û ti mafeke Îranê li ser vê qada han tuneye.
Erebistan û Kuwait jî tekez li ser vê yekê dikin ku, ev qada han ya wane û xwedanên sereke yên vê qadê ev her du welatin û lazime Îran vê yekê qebûl bike û bo diyarî kirina sînoran li gel wan welatan dest bi diyalogê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin