Mesrûr Barzanî: Lazime pêşiya komkujiyên wisa were girtin

Serokwezîr dibêje lazime hikûmeta federalî û civaka cîhanî bo awedan kirina Şingalê hevkar bin.
کوردستان TV
100%

Derbarê komkujiya Şingalê de peyamek belav kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê 9 saliya komkujiya Şingalê de peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyama hane;

9 sal beriya niha terorîstên DIŞIê êrîşeke hovane birine ser Şingal û derdorê û ji ber êrîşa han hezaran kes ji şêniyên vê deverê hatin komkuj, wenda û awarekirin.

Di vê bîranîna xemgîn de, birêzdarî ve tevahiya qurbaniyên vê komkujiyan han bi bîrtînin û herwiha bi rêzdariyeke zêde ve jî lehengî û berxwedan û qehremaniya hêzên pêşmerge yên Kurdistanê jî bi Serokatiya cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi bîrtînin ku, efsaneya terorîstên DIŞIê têk birin û Şingal rizgar kirin û ramaneke lehengî ya dîrokî tomar kirin.

Destxweşî ji tevahiya wan welatan jî dikin ku, tawanên terorîstên DIŞIê li dijî Kurdên Êzidî bi fermî weke genocide qebûl kirine, hêvî dikin civaka navnetewî hevkar û alîkar be bo kêm kirina êş û elemên xuşik û birayên Êzidî.

Mixabin piştî derbas bûna 9 salan bi ser vê karesata han, hîn jî rewşa devera Şingalê nehatiye normalkirin û jiber xwe feriz kirina milîşa û komên çekdar yên derqanûnî, xuşik û birayên me yên Êzidî nikarîne vegerin ser cîhên xwe û devera wan nehatiye awedankirin.

Di vê bîranîna han de piştîvaniya xwe bo xwestek û daxwazên xuşik û birayên Êzidî dubare dikin û lazime dawî bi rewşa heyî ya li Şingalê were anîn, herwiha tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û derçûna ev hêzên derqanûnî yên ku, li deverê de hene dikin daku, bi hevkariya hikûmeta federalî û civaka navnetewî ev dever were awedankirin û desthilatê deverê jî bo destê xelkê resen yê Şingalê were vegerandin.

Serê rêzdariyê bo şehîdên komkujiya Şingal û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

3 Tebaxa 2023an

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.