Naveroka civîna civata wezîran

di civînê de çend biryar hatine dayîn.
کوردستان TV
100%

Hikûmet berdewam dibe li ser dabîn kirina xizmetgozariyan.

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, di destpêkê de jiber salvegera komkujiya Şingalê û genocide kirina xuşik û birayên Êzidî ji aliyê terorîstên DIŞIê ve, li ser navê civata wezîran, bi rêzdarî ve me şehîdên vê komkujiyê bibîr anîn û pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo piştîvanî kirin ji mafên Êzidiyan diyar kir û stayîşa civaka cîhanî jî kir bo ku, ev komkujiya han weke genocide nas kiriye daku, bi vê rengî pêşiya dubare bûna vê komkujiya han were girtin û tekez jî li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê bo normal kirina rewşa Şingalê kir.

Pişt re me balkêşande ser pêşhat û bûyerên dawî yên cîhbicîh kirina proje bûdceya federalî û dabîn kirina şayîsteyên darayî, mûçe û para bûdceya herêma Kurdistanê û rewşa danûstandinên navbera hikûmeta herêmê û Bexdayê de.

Me behsa vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê tevahiya pêbendiyên xwe bicîh aniye û bi vê awayî ti hincet nemaye ku, hikûmeta federalî şayîsteyên darayî yên herêmê û para herêmê neşîne, lewre lazime hikûmeta federalî jî maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê li gor qanûna bûdceyê bişîne.

Civata wezîran daxwaz ji hêz, part û aliyên Kurdistanî jî kir ku, yek deng û yek helwest bin li ser berevanî kirin ji mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û dabîn kirina şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê yên ku, di nava proje bûdceyê de hatine bicîhkirin.

Di rojeva duyem ya civînê de ku, taybet bû bi rewşa elektirîk û giran bûna buhayê benzînê û hewlên wezareta elektirîk û wezareta samanên xwezayî yên di vê derbarê de, du raportên taybet hatin pêşkêşkirin û behsa hewldanên wezareta samanên xwezayî yên bo çareser kirina buhayê benzînê û asankariyên wezaretê yên bo hawirde kirina benzînê û handana rafîneyan bo rafîne kirina zêdetir ya benzînê.

Derbarê rewşa elektirîkê de jî wezîrê elektirîkê behsa hewldanên wezareta xwe bo baştir kirina rewşa elektirîkê û hewldan bo zêdetir kirina demjimêrên dana elektirîka nîştimanî û herwiha behsa wan proje û pêngavan jî kir ku, di demên pêş de bo vê mebestê hatine cîhbicîhkirin.

Civata wezîran rixmî nirxandina hewl û projeyên wan her du wezaretan ev her du wezîr jî pîwerdar kir daku, berdewam bin li ser hewlên xwe yên bo dabîn kirina elektirîk û sûtemeniyê û di vê warî de jî her cure asankariyek jî pêşkêş bikin.

Di rojeva dawî ya civînê de nîqaş li ser projeya dana pereyan bi rêya dîcîtalî (E- Payment) û projeya hijmara min hate kirin û raportek jî di vê derbarê de ji aliyê Ezîz Ehmed Cîgirê Serokê nivîsîngeha Serokwezîr û hijmarek hevalên wî yên beşdar di cîhbicîh kirina vê projeyê de hate pêşkêşkirin.

Rixmî dest xweşî kirin li vê tîma han, me spasiya Cîgirê Serokwezîr jî kir ku, di nava kabîneya berê de jî kar li ser vê projeyê kiribû, me herwiha spasiya wezîrê darayî jî bo piştîvanî kirin ji projeya hijmara min kir û tekez li ser vê yekê kir ku, lazime tevahiya wezaretan piştîvaniya dîcîtalîze kirina xizmetgozariyan û serxistina vê projeyê bikin jiber ku, ev bingeheke serekeye bo ava kirina jêrxaneke bihêz ya darayî û kara kirina sîstema bankî li herêma Kurdistanê de ku, dibe sedema zêdetir geşe kirina abûrî ku, bi rêya bihêz kirin û kara kirina sîstema bankî abûriya welat zêdetir pêş dikeve jiber ku, pêşxistina sîstema bankî li gor standard û pîvanên navnetewî û bi liber çav girtina pêşkeftinên nû yên teknolojîkî û xizmetgozariyên dîcîtalî bi taybetî pere dana dîcîtalî, bingehên sereke yên pêşde birina abûriye û di berejwendiya welatiyan û hikûmet û kerta taybet deye.

Tevahiya wezaret û fermangehên hikûmetê hatin pîwerdarkirin ku, hevkariya projeya hijmara min bikin bo ku, reformên ku, di warê sîstema bankî de destpê kirine bilez bigehêjin encam û tê payîn di pêşerojeke nêz de bi awayek ku, negehêje dawiya 2025an, tevahiya xizmetgozariyan bibin dîcîtalî û liv û tevgerên bi pereyên kaş nemînin.

Di dawiya civînê de civata wezîran piştîvaniya xwe bo hewlên Serokatiya herêma Kurdistanê yên bo diyarî kirina demeke nû bo hilbijartinên gera 6mîn ya zagonsaziyê ya parlementoya Kurdistanê diyar kir û daxwaz jî ji part û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê kir ku, piştîvaniya wan pêngavan bikin û hevkar û piştîvan bin bo serxistina vê prosesa han û di vê warî de jî hikûmeta herêma Kurdistanê amadebûna xwe bo pêşkêş kirina her cure asankarî û amadekariyek ku li ser milê hikûmetê be, diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.