Wezîrê berevanî yê Estoniyayê gehêşte Hewlêrê

li gel rayedarên Kurdistanê dicive û behsa têkiliyên navbera her du aliyan tê kirin.
کوردستان TV
100%

Vê li gel Serokwezîr û rayedarên Kurdistanê bicive.

Kêliyek beriya niha wezîrê berevanî yê Estoniyayê Hanno Pevkur li gel şandeke leşkerî ya vê welatî bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê.

Wezîrê navxwe Rêber Ehmed û berpirsê fermangeha têkiliyên derve Sefîn Dizeyî li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê pêşwaziya wezîrê berevanî yê Estoniyayê kirin.

Biryare Hanno Pevkur di çarçoveya vê serdana han de li gel Serokwezîr û rayedarên din yên Kurdistanê bicive.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.