20 kolberên Kurd bûne qurbanî

hijmara herî zêde ya birîndaran li parêzgeha Kirmaşanê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Di encama êrîşa raste rast ya hêzên Îranê de bûne qurbanî.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê di Tîrmeha 2023an de li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 20 Kolberên Kurd bûne qurbanî.

Hengawê belav kiriye ku, ev kolberên han di encama raste rast ya êrîşên hêzên rejîma Îranê de bûne qurbanî.

Hengawê eşkere kiriye ku, di Tîrmehê de 2 Kolber di encama êrîşên hêzên rejîmê de canê xwe ji dest dane û 18 Kolberên din jî birîndar bûne.

Yek ji wan kolberan li Urmiye û yeke din jî li Sineyê hatine kuştin û hijmara herî zêde ya birîndaran jî li parêzgeha Kirmaşanê hatiye tomarkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.