Papa: Ev tawaneke dijî xwedê

dibêje bila Rûsye rêya henarde kirina genimê veke.
کوردستان TV
100%

Derbarê kirîdora genimê de daxwaze ji Rûsyeyê dike.

Papayê Vatîkanê Papa Franciscus derbarê şer de ragihand ku, şer tawaneke dijê xwedê ku, tevahiya nîmetên xwedê ji nav dibe lewre lazime dawî bi vê tawana han were anîn.

Papa Franciscus herwiha daxwaz ji Serokê Rûsyeyê kiriye daku, ji biryara xwe ya bo ragirtina kirîdora genimê poşman bibe û dîsa vegere ser biryara xwe ya berê û rêya şandina genimê bo bazarên cîhanê veke.

Weke tê zanîn Serokê Rûsyeyê weke zextek li welatên Rojavayî beriya du hefteyan ragihandibû ku, dawî bi kirîdora henarde kirina genimê aniye û bo vekirina vê kirîdorê şert û mercên nû danîbû pêş Rojava.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.