Tirkiye êrîşî ser leşkerên rejîmê kir

her duhê êrîşî ser Til Refetê jî hatibû kirin.
کوردستان TV
100%

Kuştî û birîndarên rejîmê hene.

Li gor nûçeyeke Elnehar duhê dronên Tirkî êrîşî ser navendeke hêzên rejîma Sûriyeyê ya li ser rêya navnetewî ya M4 li derdorê Helebê kirine.

Di encama êrîşa han de leşkerekî rejîmê hatiye kuştin û herî kêm 6 leşkerên din yên rejîmê jî birîndar bûne.

Ev navenda han ku, rastî êrîşî hatiye li nêzî balefirgeheke leşkerî ya rejîmê ye û dikeve ser rêya navnetewî ya M4 ya li Helebê.

Her duhê dronên Tirkiyeyê êrîşî ser bajarê Til Refetê jî kiribûn û di encama êrîşê de gelek zirarên mezin yên madî çê bibûn.

 

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.