Fermandarekî tevgera Fetih hate kuştin

rixmî ragihandina agirbestê pevçûn hîn jî didomin.
کوردستان TV
100%

Heta niha herî kêm 6 kes hatine kuştin.

Alozî û pevçûnên nava kempa Eyn Hilwe ya penaberên Felestînî ya li Libnanê didomin.

Di vê derbarê de çapemeniya Erebî belav kiriye ku, her çend qala lihev kirin û agirbestê di navbera aliyên Felestînî de tê kirin lê hîn jî pevçûn didomin û di encama wan peçûnan de Fermandarekî tevgera Fetih bi navê Ebû Eşref Ermûşî hatiye kuştin û herî kêm 6 kesên din jî hatine kuştin.

Aloziyên navbera aliyên Felestînî yên nîştecîh li kempa Eyn Hilwe ev çend roje destpê kirine û hîn jî didomin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.