Di demeke nêz de şayisteyên darayî yên herêmê têne şandin.
Şanda danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê yaku, duhê piştî peywendiya telefûniya navbera Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî serdana Bexdayê kiribû, daxuyaniyek derbarê civînên xwe yên li gel aliyên Îraqî belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftin hatiye kirin û Bexda xalên proje bûdceya 2023an ya Îraqê, yên taybet bi herêma Kurdistanê cîhbicîh dike û bilez şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê dişîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin