Dibêje heta mercên me neyên bicîhanîn vê deriyên me girtî bin.
Serokê Sûriyeyê Beşar Esed derbarê hewldanên Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan de yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê de daxuyanî da.
Beşar Esed diyar kiriye ku, mercên Sûriyeyê bo normal kirina têkiliyan hene, Sûriye ji hebûna artêşa Tirkiyeyê di nava axa xwe de nerazî û dilgirane lewre yekem merc bo normal kirina têkiliyan vekêşîna artêşa Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê ye.
Esed tekez li ser vê yekê kiriye ku, heta Tirkiye hêzên xwe nevekêşe vê deriyên Sûriyeyê bo diyalog û normal kirina têkiliyan li gel Tirkiyeyê girtî bin.
Weke tê zanîn beriya çend rojan Erdogan jî gotibû ku, nemimkune Tirkiye ji Sûriyeyê vekêşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin