Di proje bûdceya 2024an de behsa vê yekê hatiye kirin.
Li gor çapemeniya Amerîkayê, wezareta berevanî ya Amerîkayê di proje bûdceya xwe ya bo 2024an rixmî diyarî kirina pereyan bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê hevdem daxwazeke din ya taybet bo Kurdistanê jî pêşkêşî hikûmetê kiriye.
Di proje qanûna han de hatiye gotin ku, lazime bo dabîn kirina ewlekariya sînorên herêma Kurdistanê ji êrîşên mûşek, haven û droan, sîstema berevanî bo herêma Kurdistanê were dabînkirin.
Di heman projeyê de xaleke din heye ku, têde behsa perwerde kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna êrîşên esmanî dike û nivîsandiye lazime hêzên pêşmerge bo vê yekê werin perwerdekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin