Îmarat 15 girtiyên Îranî azad kir

Serokê Îmaratê ev girtiyên han efû kiriye.
کوردستان TV
100%

Di demeke nêz de vedigerin Îranê.

Li gor nûçeyeke ajansa Faris ya Îranî 15 welatiyên Îranî yên ku, li Îmaratê girtîne hatine azadkirin.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, ev 15 welatiyên Îranî yên ku, beriya demekê ji aliyê polîs û hêzên ewlekarî yên Îmaratê ve hatine girtin, ketine ber efûya serokê Îmaratê û hatine azadkirin.

Farisê diyar kiriye ku, piştî bi dawî hatina rêkarên pêwîst vê ev 15 welatiyên Îranî bo Îranê werin vegerandin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.