Xwestiye gora Silêmanî biteqîne.
Li gor nûçeyeke ajansa tesnîm ya Îranê, wezareta îtlaata Îranê ragihandiye ku, hêzên wan karîne di operasiyoneke taybetî de tîmeke taybetî ser bi Îsraîlê binçav bikin.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, ev tîma han ku, di dema operasiyonê de 43 bombe jî li cem bûne, xwestiye gora Qasil Silêmanî biteqîne.
Di daxuyaniya îtlaata Îranê de hatiye eşkere kirin ku, ev mezintirîn û berfiretirîn tîma sîxorî ya Îsraîlê bûye ku, li 7 parêzgehên Îranê çalak bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin