Daxuyaniyeke çapemeniyê dan û daxwazek jî pêşkêşî civaka cîhanî kirin.
Îro li Diyarbekirê 12 partî û aliyên siyasî yên Kurdî yên Bakûrê Kurdistanê bi minasebeta 100 saliya peymana Lozanê civiyan û piştî civînê de daxuyaniyeke hevpar ya çapemeniyê dan.
Di daxuyaniya çapemeniyê de ev part û aliyên siyasî yên Kurdî ragihandin ku, ev bi tundî peymana Lozanê red dikin û li dijî vê peymanê ku, bûye sedema sepandina komkujiyan bi ser gelê Kurd de red dikin.
Partiyên siyasî yên Kurdî herwiha daxwaz ji civaka cîhanî kirine daku, ji niha û pêde kar bi biryar û bendên vê peymanê neke û bo bidest xistina mafên rewa yên gelê Kurd piştîvaniya gelê Kurd bike û zext li her çar welatên ku, Kurdistan dagîr kirine bike daku, kêşeya Kurd bi rêyên siyasî, serdemiyane û demokratîk çareser bikin.
Weke tê zanîn îro 100 sal bi ser peymana Lozanê re derbas dibe û li Brûksel û bajarê Lozanê jî ji bilî organîzekirina konferansan hevdem xwepîşandanên mezin jî ji aliyê Kurdistaniyan ve hatine lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin