Rûsye: Keştiyên Tirkî cebelxane vediguhêzin

Rûsye bo vekirina kirîdorê mercên nû diyarî kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje belge di destê me de hene.

Li gel dom kirina nîqaşên li ser rawestandina kirîdora şandina genima Ukraynayê bo cîhanê, îstîxbarata Rûsî belgeyeke girîng belav kir.

Îstîxbarata Rûsî diyar kiriye ku, belge di destê wan de hene ku, îsbat dikin ev keştiyên ku, ji Tirkiyeyê ve bi navê veguhastina genimê têne bajarên Ukraynî bi taybetî bajarê Rostava û Danu çek û cebelxane veguhastine.

Weke tê zanîn Tirkiye gelek hewl dide daku, Serokê Rûsyeyê ji dawî anîn bi rawestandina rêkeftina henarde kirina genimê poşman bike lê Serokê Rûsyeyê jî şert û mercên nû bo vê yekê diyarî kiriye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.