Li Rojavayê Kurdistanê Amerîka hêzên xwe zêdetir dike.
Li gor çapemeniya Sûrî di wan demên dawî de Amerîka liv û tevgerên xwe yên bo bihêztir kirina pêgeha xwe li Rojava (Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) zêdetir kiriye.
Çapemeniya Sûrî eşkere kiriye ku, di çarçoveya wan hewlên Amerîkayê de hijmara leşkerên Amerîkî bo hezar û 500 leşker zêde bûye û hîn jî Amerîka berdewame li ser zêdetir kirina leşkerên xwe.
Ji aliyeke din ve hefteya derbasbûyî Amerîka behsa vê yekê kiribû ku, vê 2 hezar û 500 leşkerên din yên xwe bişîne Rojavayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin