Qirîza darayî û giranî li Tirkiyeyê kûrtir dibe

hikûmet nikare rewşa aloz ya abûrî kontrol bike.
کوردستان TV
100%

Buhayên dermanan jî sedî 30 hate giran kirin.

Li gor biryarnameya Serokkomariya Tirkiyeyê yaku, ji aliyê rojnameya fermî ya Tirkiyeyê ve hatiye weşandin, buhayên tevahiya dermanan li Tirkiyeyê hat bilindtirkirin.

Li gor biryarnameya han vê ji îro pêve buhayê tevahiya dermanan bi rêjeya sedî 30 giran bibe.

Ji aliyeke din ve hefteya derbasbûyî jî sedî 20 buhayê sûtemeniyê hatibû bilindkirin.

Qirîza darayî û giranî yaku li Tirkiyeyê çê bûye her ku, diçe kûrtir dibe û hikûmet jî nikare pêşiya vê qirîza han bigire û buhayê lîreya Tirkî jî rojbiroj zêdetir dadikeve.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.