Rejîma Îranê gef li zanîngehan dike

gef li Mamoste û Xwendekarên zanîngehan jî xwariye.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê carê zanîngeh dest bi dijatiya rejîmê dikin.

Nunerê Rêberê şoreşa Îranê Mistefa Rostemî di civîneke xwe ya li gel Serok û Mamosteyên hijmarek ji zanîngehên Îranê huşdarî daye û gef li zanîngehan kiriye.

Mistefa Rostemî di civînê de diyar kiriye ku, neyarên rejîma Îranê zanîngehan amade dikin daku, vê carê zanîngehên li Îranê dest bi xwepîşandanên dijî rejîmê bikin lewre lazime tedbîrên pêwîst werin stendin û Mamoste û Xwendekarên ku beşdarî di xwepîşandanan de kirine ji zanîngehan werin avêtin.

Her di heman civînê de Serok û Mamosteyên zanîngehan jî dilgiraniya xwe ya li hember wergirtina çekdarên heşda şebî li zanîngeha Tehranê werke xwendekar eşkere kirine û nunerê Xamneyî jî ji wan re gotiye ev ne îşê we ye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.