Di nava hefteyekê de hatine girtin.
Dezgeha îstîxbarata Îraqê ragihandiye ku, hêzên wan karîne di nava hefteyekê de bi operasiyonên curbicur 404 terorîst û kesên ku, karê bazirganiya madeyên hişber kirine binçav bikin.
Di vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ev kesên han li Başûr û Naverasta Îraqê hatine girtin.
Di daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku, 86 kes ji wan kesên hatine girtin li ser dosyeyên terorê daxwazkirî bûne û terorîstin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin