Bixêrhatina patirîkê kilîseya Keldanî dike.
Îro şeme Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya twitterê derbarê hatine patirîkê kilîseya keldanî li Îraq û cîhanê Louis Sacco bo Hewlêrê peyameke bixêr hatinê belav kir.
Serokwezîr nivîsandiye; Bixêr hatineke germ ya patirîkê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê Louis Sacco bo Hewlêra paytexta bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî û etnîkî de dikin. Kurdistan berdewam dibe li ser piştîvanî kirina welatiyên Mesîhî û bi tundî liv û tevgerên negoncaw yên li hember Patirîk mehkûm dikin.
Hêvî dikin hevûdu qebûl kirin, aştî û aramî cîhê kerib û kîn û takreviyê bigire, daku tevahiya aliyan û netew û pêkhate bikarin bi asûdeyî li Îraqê de bijîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin