Ev proje taybete bi paqêjiya jînehê.
Wezareta şaredarî ya hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi cîhbicîh kirina projeyeke taybet ya bo paqêj hêştina bajarê Hewlêrê dike.
Di vê çarçoveyê de wezareta şaredarî rê nade paşmayiyên bînasazî anjî paşmayiyên xaniyên ku, têne rûxandin li her derê werin avêtin belku, wezaretê çend cîhê bo vê mebestê diyarî kiriye û tevahiya aliyan hayedar kiriye ku, nabe ji bilî wan cîhên diyarîkirî paşmayî li ti devereke din werin avêtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin