Di navbera wan her du welatan de rêkeftin hatiye îmzekirin.
Li gor çapemeniya Erebî di çarçoveya serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan de bo Siûdiyeyê û civînên wî yên li gel rayedarên Siûdî, çend rêkeftin di navbera her du welatan de hatine îmzekirin.
Yek ji wan rêkeftinan derbarê pîşesaziya berevaniya û her du welat lihev kirine ku, bi hevbeşî dronan çê bikin.
Çapemeniya Erebî behsa vê yekê kiriye ku, Siûdiye sala 2022an bi qasî 20 miliyar dolar bo pêşde birina kerta pîşesaziya berevanî dabîn kiriye.
weke tê zanîn Erdogan beriya du rojan serdana Siûdiye, Îmarat û Qeterê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin