Jiber toz barînê li Îranê nexweş ketine.
Li gor çapemeniya Îranê jiber pêla germiyê û herwiha tozbarînê li başûrê vê welatî di nava 4 rojan de hezar û 47 kes nexweş ketine û bo derman kirinê bo nexweşxaneyan hatine şandin.
Ji aliyeke din ve rayedarên Îranî diyar kirine ku, ji destpêka meha Hezîranê heta niha bi giştî zêdetir ji 3 hezar kesan jiber tozbarînê nexweş ketine.
Herwiha keşnasiya Îranê jî huşdarî dide û dibêje li gelek bajarên başûrê Îranê pileya germiyê bigehêje 51 pileyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin