Çiyayê Metîna dîsa hate bordiman kirin

mûşekek di navbera du gundan de ketiye erdê.
کوردستان TV
100%

Zirarên bordimanê nayên zanîn.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me yê li devera Amêdiyê dane, kêliyek beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê dîsa binke û navendên PKK yên li çiyayê Metîna bordiman kirine.

Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, yek ji mûşekan di navbera her du gundên Berçê û Sergelê de ketiye erdê û ev yek jî rixmî ku, ti zirarên canî û madî li pey nebûye lê bûye sedema çê bûna tirs û fikaran li cem şêniyên deverê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.