Dadgeha Îranê 54 Parêzerên Kurd vexand

dozgeriya rejîmê gef li Parêzerên Kurd dike.
کوردستان TV
100%

Gef li wan tê kirin eger neçin tedbîrên tun li dijî wan bistînin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê Dozgeriya giştî ya li bajarê Bûkanê ya li Rojhilatê Kurdistanê, nameyek bo 54 Parêzerên Kurd yên ku, di dema xwepîşandanên dijî rejîma Îranê de ( Jîna Emînî) berevanî ji xwepîşander û girtiyan kirine, daku, biçin dadgeha vê bajarê.

Di nameya han de hatiye diyarkirin ku, eger ev 54 Parêzer di dema diyarkirî de serî li dadgehê nedin vê demê tedbîrên din li dijî wan tên stendin û têne girtin.

Dozgeriya giştî jiber belav kirina hin belge û dokomêntên taybet bi xwepîşandanên dijî rejîmê dixwaze lêpirsîn ji wan Parêzeran bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.