Îraq û Îran rêkeftinek îmze kirin

ji niha û pêde Îraq pere nade Îranê.
کوردستان TV
100%

Îraq petrolê dide û Îran jî gazê dide.

Duhê şev Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ragihand ku, bo çareser kirina kêşeya dabîn kirina elektirîkê li Îraqê li gel Îranê rêkeftinek îmze kirine.

Li gor gotinên Sûdanî di navbera her du aliyan de rêkeftinek hatiye îmzekirin ku, li gor rêkeftinê Îraq di şûna pereyê vê petrolê bide Îranê û Îran jî li hember de gazê bide Îraq daku, Îraq bikarêbe elektirîka xwe dabîn bike.

Weke tê zanîn ev demeke jiber kêm kirina henardeya gazê ji Îranê bo Îraqê, Îraq rastî kêşeya bêelektirîkiyê bûye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.