Meterolojiya Kurdistanê huşdarî dide

li Hewlêrê pileya germiyê ji 44 pileyan zêdetir dibe.
کوردستان TV
100%

Sibê pileyên germiyê bilindtir dibin.

Navenda meterolojiya Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û têde huşdarî daye welatiyan.

Di daxuyaniya navenda meterolojiya Kurdistanê de hatiye eşkere kirin ku, ji sibê pêncşem ve pileyên germiyê gelek bilind dibin û lazime welatî baldar bin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, lazime welatî gelek hayedar bin û eger neçar nebin di saetên germ de dernekevin.

Pileya germiyê li Hewlêrê digehêje seriya 44 pileyan, li Dihukê û Silêmanî jî pile degehêjin 43 û li Kerkûkê 46 û li Gerimiyanê jî pile digehêjin 47.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.