Dibêje hikûmet lawaze û nikare kêşeyan çareser bike.
Hijmareke zêde ji Parlementerên parlementoya Îranê derbarê rewşa abûrî ya welat de, gazindan ji hikûmeta Îranê bi Serokatiya Îbrahîm Reîsî dikin.
Ev parlementerên han qala vê yekê dikin ku, hikûmeta Îbrahîm Reîsî hikûmeteke lawaze û nikare kêşeyên abûrî yên welat çareser bike û ti çareseriyek bo bêkarî û giranî nedîtiye.
Ev Parlementerên han baldariya vê yekê dane ku, eger rewş wiha bidome di nava demeke kurt de rewşa piraniya Îraniyan aloz dibe û gelek welatî bi taybetî ewin ku, di xaniyên îcar de rûdinin nikarin xaniyan îcar bikin lewre neçar dibin di nava konan de bijîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin