Artêşa Îraqê biryare derbarê rayedarên qelew de dide

lazime Efser û rayedarên Îraqî xwe ji qelewiyê rizgar bikin.
کوردستان TV
100%

Ev biryara han di çend rojên pêş de dikeve meriyetê.

Li gor daxuyaniyeke wezareta navxwe ya Îraqê, biryar hatiye dayîn daku, Efser û rayedarên qelew yên di nava artêşa Îraqê de ji mafê bilind kirina pileyan werin bêparhêştin.

Di daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, di naverasta vê mehê de vê pileyên Efser û rayedarên artêşa Îraqê weke her sal werin bilindkirin lê îsal biryar hatiye dayîn daku, pileyên Efser û rayedarên qelew neyên bilindkirin.

Ev biryar bo vê yekê ye daku, Efser û rayedarên Îraqî xwe di warê ciste û giraniya laşê xwe de xwe lawaz bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.