Di 6 mehan de 12 welatiyên Kurd hatin qetil kirin

zêdetir ji 15 hezar darên zeytûnan jî hatine birîn.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Efrînê di nava 6 mehên derbasbûyî de 12 welatiyên Kurd ji aliyê komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin.

Her di heman demê de 173 welatiyên Kurd jî bo stendina pereyan ji kesûkarên wan hatine revandin.

Herwiha di nava wan 6 mehan de 15 hezar û 500 darên zeytûnan jî hatine birîn û bo Tirkiyeyê hatine veguhastin.

Ji aliyeke din ve di rojên derbasbûyî de komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve tecawizî zarokeke 13 salî li Efrînê kirine.

Weke tê zanîn di Adara 2018an de Efrîn ji aliyê Tirkiye û komên cîhadî y ên Tirkiyeyê ve hatiye dagîrkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.