Balyozê Îranê yê li Bexdayê dibêje me li dijî wan partiyan lihev kiriye.
Balyozê Îranê yê li Bexdayê Mihemed Kazim Alsadiq ragihand ku, di navbera Tehran û Bexdayê de li ser mijara bêçek kirina partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kudistanê lihev kirine.
Alsadiq herwiha eşkere kiriye ku, Îraq soza vê yekê daye ku, wan partiyan bêçek bike û rê nede kar û çalakiyên xwe bidomînin.
Ev rayedarê Îranî dilgiraniya welatê xwe jî ya li hember paşvekêşana Muqteda Sedir ji prosesa siyasiya Îraqê diyar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin