Li Îdlibê gelek çekdar hatin kuştin

çapemeniya Sûrî dibêje bi dehan çekdar hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Duhê Sûriye û Rûsye navendên wan bordiman kirine.

Li gor çapemeniya Sûrî duhê artêşa Sûriye û balefirên Rûsî li Îdlibê êrîşî ser çend navendên komên çekdar kirine.

Çapemeniya Sûrî eşkere kiriye ku, di encama bordimana han de çend navendên terorîstan hatine wêrankirin û bi dehan çekdar jî hatine kuştin.

Weke tê zanîn piştî demeke rawestanê, dîsa êrîşên Rûsye û Sûriyeyê bo ser Îdlibê destpê kirine.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.