Serokê herêmê û wezîrê dewlet bo karûbarên derve yê Almanyayê civiyan

hêzên Almanî di erkên xwe yên di nava hevpeymaniya cîhanî de berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Almanyayê dike berdewam be li ser piştîvanî kirina Kurdistan û Îraqê.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê dewlet bo karûbarên derve yê Almanyayê Tobias Lindner civiya.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember bihêziya têkiliyên Almanyayê yên li gel Kurdistan û Îraqê û serdana Serokwezîrê Îraqê bo Almanyayê diyar kiriye û daxwaz ji Almanyayê kiriye ku, berdewam be li ser piştîvanî û hevkarî kirina Îraq û Kurdistanê bo parastina aramî, ewlekarî û rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê.

Li hember de jî wezîrê dewlet bo karûbarên derve yê Almanyayê amadebûna welatê xwe bo domandina piştîvaniyên Almanyayê bo Kurdistan û Îraqê diyar kiriye û tekez li ser berdewamiya hêzên Almanî li ser cîhbicîh kirina erkên xwe di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî li dijî DIŞIê de kiriye.

Pêşhatên dawî yên li deverê, rewşa navxweyî ya herêma Kurdistan û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê mijarên din yên vê civînê bûne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.