Nêçîrvan Barzanî û alîkara wezîrê harîkariya abûrî ya Almanyayê civiya

Almanya têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên abûrî yên Almanyayê li gel Kurdistan û Îraqê hatiye kirin.

Di çaroçveya serdana xwe de ya bo Almanyayê îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel alîkara wezîrê harîkariya abûrî û geşe pêdanê ya Almanyayê civiya.

Di civînê de ku, balyozê Îraqê yê li Almanyayê jî têde beşdar bû, behsa têkiliyên abûrî yên Almanyayê yên li gel Kurdistan û Îraqê û pêşde birina têkiliyên han, hevkarî û hevbeşiyên di navbera her du aliyan de di gelek waran de, rewşa Şingal û Êzidiyan, aware û penaberan li herêma Kurdistanê, metirsiyên guherîna keş û hewayê li ser Îraq û cîhanê hate kirin.

Her di heman civînê de Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Almanyayê bo Kurdistan û Îraqê kiriye û kêfxweşiya xwe ya li hember rêkeftinên vê dawî yên di navbera Almanya û Îraqê diyar kiriye û xwesteke Kurdistanê jî ya ji bo pêşde birina têkilî û hevkariyan li gel Almanyayê aniye ziman.

Di civînê de Svinia Schultz berdewamiya piştîvanî û hevkariya Almanyayê jî bo Kurdistan û Îraqê diyar kiriye û balkêşandiye ser xwesteka welatê xwe ya bo pere pêdana têkiliyan û hevkariyê li gel Kurdistan û Îraqê bi taybetî di warên perwerde, hêlbirîn û pir cure kirina abûrî.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.