Di xwepîşandanên dijî rejîma Îranê de birîndar bûne.
Cîgirê Fermandarê giştî yê Spaha Pasdaran ya Îranê Husên Necat di gotareke xwe de bo cara ewil hijmara birîndarên Pasdaran di dema xwepîşandanên dijî rejîma Îranê de eşkere kiriye.
Husên Necat diyar kiriye ku, di dema xwepîşandanan de îzin bi Spa nehatibû dayîn daku, çek hilgire û êrîşî ser xelkê bike lê rixmî vê jî xelk êrîşî ser Spaha Pasdaran kiriye û herî kêm 1400 Pasdar birîndar bûne.
Nav hatî behsa hijmara kuştiyan nekiriye lê gotiye ku, jiber lêdana bi ber her du çawên Pasdarek jî kor bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin