Sûdanî: Emê dawî bi hawirde kirina gazê bînin

Îraq ji Îranê gaz hawirde dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje çend projeyên me yên girîng hene.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî di dema beşdarî kirin di bernameyeke televizyonî de ragihand ku, bo dabîn kirina elektirîkê hikûmet çend projeyên gelek girîng xistiye meriyetê û di demeke nêz de ev projeyên han dest bi hêlbirîna elektirîkê dikin.

Sûdanî diyar kiriye ku, heta niha Îraq bo hêlbirîna beşeke zêde ji elektirîka xwe neçar bûye ji derve gaz hawirde bike lê bi cîhbicîh kirina wan projeyan dawî bi hawirde kirina gazê tê û Îraq bêyî ku, gazê hawirde bike pêdiviyên xwe bi elektirîkê dabîn dike.

weke tê zanîn Îraq bo dabîn kirina elektirîkê, ji Îranê gaz hawirde dike û niha dixwaze vê hawirde kirinê kêm bike.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.