Mesrûr Barzanî: Çanda bihevre jiyana aştiyane bihêztir dikin

Patirîkê nû yê Kilîseya Rojhilata kevin destbikar bû.
کوردستان TV
100%

Li gel Patirîkê kilîseya Rojhilata kevin civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Patirîkê nû yê kilîseya Rojhilata kevin kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Patirîkê nû yê kilîseya Rojhilatî ya kevin birêz Qedaseta Mar Gorgis III Yonan û şandeke pê re kir.

Me pîrozbayî li patirîkê nû yê kilîseya Rojhilata kevin jiber destbikar bûna wî, kir û hêviya serkeftinê jî bo xwest û piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo pere pêdana bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê diyar kir.

Patirîkê kilîseya Rojhilata kevin jî stayîşa pêşkeftin, avedanî û rewşa azadiya olî û parastina mafên mesîhiyan li herêma Kurdistanê de kir û rêzdariya xwe bo piştîvaniyên berdewam yên hikûmeta herêma Kurdistanê bo mesîhiyan diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.