Li Bakûrê Hewlêrê merasîmeke fermi hate organîzekirin.
Îro pêncşem 22ê Hezîranê di çarçoveya bernameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê de bo cîhbicîh kirina projeyên steratejîkî, li 45km bakûrê Hewlêrê merasîmeke fermî bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî hate organîzekirin.
Ev merasîm bo danîna kevira bingehîn ya kargeha Dabîn ya bo çê kirina Çementoyê bû.
Kevira bingehîn ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên kargeha Dabîn û pawer chanelê ve hate danîn.
Ev kargeha han li ser rûbera 43 hezar doniman hatiye avakirin û derfetên karî bo nêzî hezar kesan diafirîne.
Ev kargeha han ji çend sayloyên sereke pêk tê û rojane dikare 6 hezar ton çemento berhem bîne.
Beriya danîna kevira bingehîn Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîrê Kurdistanê di gotara xwe de spasiya rayedarên her du kompaniyên Dabîn û Pawer Chanel kir û ragihand ku, ev kargehe han yek ji kargehên girîng û steratejîk ya Kurdistanê ye û xwedan roleke girînge bo pêşde birina kerta bînasazî li Kurdistanê de.
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kirk u, hêvî dikim mercên tendirostî û selametiya karkeran û mercên parastina jîngehê bicîh bîne.
Barzanî wisa gotinên xwe domand; Hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveya bernameya xwe de gelek girîngî bi kerta pîşesazî û çandiniyê dide.
Ev kargeha han kar li ser madeyên xam yên navxweyî yên herêma Kurdistanê dike û matiriyalên sereke yên kargehê navxweyî ne.
Ev kargeh dibe sedema afirandina derfetên karî û kêm kirina rêjeya bêkarî û girêdayî bûna Kurdistanê bi derve di warê dabîn kirina pêdiviyên kerta bînasazî de.
Hêvî dikim projeyên din yên bi vê rengî li deverên din yên Kurdistanê werin avakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin