Rûsye dema hevdîtina Erdogan û Esed eşkere dike

duhê jî civîna Astanayê bidawî hatibû.
کوردستان TV
100%

Opozîsyona Sûrî jî dibêje Tirkiye navekêşe.

Nunerê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarên Sûriyeyê Aleksandr Lavrentiyev ragihand ku, heta nexşe rêya normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê neyê cîhbicîh kirin û mercên Sûriyeyê neyên bicîh anîn, hevdîtin di navbera Erdogan û Beşar Esed de pêk nayê.

Ji aliyeke din ve duhê jî rojnameya weten ya Sûrî diyar kiribû ku, Rûsye bernameya vekêşana Tirkiyeyê ji Sûriyeyê pêşkêş kiriye.

Îro jî opozîsyona Sûrî diyar kiriye daku, çareseriya siyasî pêk neyê û kêşeya Sûriyeyê bi rêbazên siyasî neyên çareser kirin Tirkiye ji Sûriyeyê navekêşe.

weke tê zanîn duhê jî 20mên gera civînên Astanayê bi dawî hatibû û rayedarên Qezaqistanê jî daxwaza bi dawî anîna civînên Astanayê kiribûn.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.