Civata wezîran wenêrînê bo cîhbicîh kirina madeya 140 dike

civata wezîran dibêje bila welatî li hember nexweşiya xwînberbûnê xwe biparêzin.
کوردستان TV
100%

Naveroka civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê.

Îro civata wezîran ya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî dawî hatina civînê jî ev daxuyanî hate dayîn;

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir

Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, me behsa pêşhatên têkildar yên bi pejrandina bûdceya federalî û bandorên vê li ser herêma Kurdistanê kir. Me balkêşande ser vê yekê ku, herêma Kurdistanê tevahiya erk û berpirsiyartiyên xwe di çarçoveya destûr û ev rêkeftinên ku hatine îmzekirin cîhbicîh kiriye lê ji derveya destûr û rêkeftinan destkariya babetên têkildar bi maf û şayîsteyên darayî hatiye kirin ku, di warê destûrî de ti guhertinek di rêkeftina navbera herêmê û hikûmeta federalî ji warê destûrî û qanûnî de ne rêpêdayiye.

Civata wezîran daxwaz ji hikûmeta federalî dike  di dema cîhbicîh kirina xal û madeyên bûdceyê piştî ketine meriyetê, weke çawe Serokwezîrê federalî soz daye wenêrîn bo wan made û xalên ku, hetine guhertin were kirin daku, derkeve çiqasî li gel bernameya hikûmeta federalî goncawin û çiqasî hêjayê cîhbicîh kirinê ne, lazime mekanîzmên goncaw bo xerc kirina şayîsteyên darayî yên herêmê were danîn û her cure rêkareke cudaxwaz li dijî herêma Kurdistanê were redkirin jiber ku, herêm tevahiya pêbendiyên xwe yên destûrî bicîh aniye lewre ti hincetek bo ti rêkareke cudaxwazane li hember herêma Kurdistanê nemaye bi taybetî hinceta petrolê ku, beriya niha hertim dibû sedema neşandina para Kurdistanê ji bûdceya federalî û bêpar hêştina Kurdistanê ji maf û şayîsteyên darayî bi taybetî bûdceya amadekirî ya bo mûçeya mehane ya karmendan, teqawîdan û hêzên pêşmerge li gor hijmara ku, di nava bernameya bûdceyê de dihatin bicîhkirin, piştî ketine meriyeta proje bûdceyê.

Di rojeva duyem ya civînê de wezîra herêmê bo karûbarên parlemen Vala Ferîd û wezîrên têkildar giftûgo li ser wan bernivîsan hate kirin ku, heta niha deng li ser wan nehatiye dayîn, bi liber çav girtina teşîrkirina kabîneyê ku, di nava xetên sereke yên bernameya karî ya vê kabîneyê de hatibûn diyarkirin û di vê warî de şîroveyên pêwîst li ser esasê pêşhatên dawî hatin kirin û civata wezîran ev wezîrên têkildar jî pîwerdar kir daku, di civînên pêş de pêşniyarên xwe yên di vê warî de pêşkêş bikin.

Rojeva sêyem ya civînê taybet bû bi kara kirina komîteyên cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûrê ji aliyê civata wezîran ya federalî ve û cîhbicîh kirina biryara hijmara 29an ya sala 2012an ya taybet bi hilweşandina komîteya taybet bi karûbarên Bakûr yên derbarê zeviyên çandiniyê yên li Kerkûkê.

Civata wezîran pêşwazî ji biryara çalak kirina komîteya cîhbicîh kirina madeya 140 dike û jiber nivîsîna dawî ya komîteya han destxweşî ji vê komîteyê dike ku, bo wezareta çandiniyê ya Îraqê bo hilweşandina biryara reş kirina zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmanan û ragirtina nû kirina girêbestên çandiniyê bo erebên hawirde lê ji vê jî giringtir cîhbicîh kirina ev biryaran bi piratîkî û rawestandina bilez ya tevahiya ev zêdegaviyên ku, li hember Cotkarên Kurd û Tirkiman li deverê de tê kirin ku, ti bingeheke qanûnî ya vê tuneye.

Civata wezîran komîteya taybet ya wezarî ya bo wenêrîn kirin bo cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûrê bi Serokatiya wezîrê navxwe pîwerdar kir  daku, civînên pêwîst lidar bixin bo hemahengî kirin li gel firakisyonên Kurdistanî yên di nava civata wezîran û parlementoya Îraqê de bo wenêrîn kirina bilez bo cîhbicîh kirina biryarên civata wezîran ya federalî û komîteyên federalî yên taybet bi cîhbicîh kirina madeya 140 bi taybetî ev tiştên ku, têkildarî kêşeyên zeviyên çandiniyê yên Cotkarên Kurd û Tirkmananin.

Di rojeva çaran ya civînê de giftûgo li ser mijara nexweşiya xwîn berbûnê û rêkarên xweparêziyê bû ku, ji aliyê her du wezaretên tendirostî û wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê ve raportek li ser hatibû amadekirin.

Di vê derbarê de wezîrê çandiniyê û çavkaniyên avê Dara Reşîd bi wekalet û wezîrê tendirostî Saman Berzencî di du raportên cuda de rêkarên xwe parêziyê û selametiya welatiyan di dema qurbanî kirin û ser jê kirina sewalan di rojên cejna Qurbanê de pêşkêş kirin û behsa vê yekê hate kirin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bilez bûdceya pêwîst bo wan her du wezaretan dabîn kiriye û dest bi kempîna berfire ya huşiyar kirina welatiyan kiriye.

Civata wezîran rixmî destxweşî kirin ji aliyê têkildar bo wan rêkarên xweparêziyê yên ku, ji aliyê wan her du wezaretan ve hatine bicîhkirin di heman demê de daxwaz ji welatiyên herêma Kurdistanê jî dike pêbendî şîretên xweparêziyê bin bi taybetî di dema bicîh anîna erkên olî yên taybet bi qurbanî kirina sewalan daku, selametiya wan parastî be.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.