Serokwezîr li gel şandeke wezareta berevanî ya Amerîkayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke wezareta berevanî ya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke Amerîkayê bi Serokatiya Cîgira alîkarê wezîrê berevanî bo karûbarê Rojhilata Navîn birêz Dana Stroll kir.
Di civînê de ku, Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê birêz Jeneral Matthew McFarlane jî têde beşdar bû, Cîgira alîkarê wezîrê berevanî silav û rêzên wezîrê berevanî yê Amerîka gehande me û piştîvaniya welatê xwe bo herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge diyar kir.
Mijareke sereke ya civîna me taybet bû bi giftûgo kirin derbarê peresendinên taybet bi reformên nava wezareta pêşmerge, pêngav û rêkarên cîhbicîh kirina rêkeftina jihev fêmkirinê ya di navbera wezareta pêşmerge û wezareta berevanî ya Amerîkayê.
Di vê derbarê de Cîgira Alîkarê wezîrê berevanî yê Amerîkayê behsa vê yekê kir ku, Amerîka û hevpeymaniya cîhanî berdewam dibin li ser piştgîrî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna gefên terorê bi taybetî DIŞI û bo dilniyabûn ji bihêz nebûna vê tevgera han ya terorîstî.
Me jî rêzdariya herêma Kurdistanê bo piştgîriyên Amerîkayê diyar kir û xwesteke herêma Kurdistanê bo pere pêdana têkiliyên pir alî li gel Amerîkayê diyar kir.
Rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê, dawî anîn bi pêla dagîr kirina zeviyên Cotkarên Kurd û Tirkiman li sînorê Kerkûkê mijarên din yên civîa me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin